EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Herat ê Afganistanê wesayîta sivîlan rastî bombeya çandî hat, di teqînê de 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Berdevkê Midûriyeta Ewlehî ya bajarê Heratê Abdul Ahad Valîzade di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Kham Harband a Adraskanê wesayîta sivîlan li kêleka rê rastî bombeya binerdkirî hat, di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya berdevkê ewlehiyê Valîzade di teqînê de 2 jê zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest da.

Valîzadeh di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku li gorî lêkolîn û agahiyên berdest bombeya çandî ya kêleka rê ji terefê rêxistina Talîbanê ve ji bo hêzên ewlehî hatiye bicihkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu