İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nêzî hefteyek berî niha  eskerên Îtaliyayî ji nav axa Iraqê bo nav axa Sûriyê hatine şandin

Ajansa Anatoliyê ragihand ku Artêşa Îtalyayê ji bo ku bi hêzên Amerîka û Fransayê ra piştgiriyê bide YPG li Dêra Zora Sûriyeyê bike eskerên xwe şandine rojhilata Sûriyê.

Ajansa nûçan a Anatoliyê ragihand ku , nêzî hefteyek berî niha  eskerên Îtaliyayî ji nav axa Iraqê bo nav axa Sûriyê hatine şandin û ew hêz niha li meydana niftî ya El-Omer li parêzgeha Dêrazorê û li cem hêzên amerîkî bi cih bûne.

Eskerên Îtalyayê ser navê hevalbendiya navnetewî ya dijî DAIŞ`ê çûne nav axa Sûriyê.

Hejmara eskerên Îtalyayê vê gavê tam nayê zanîn û di operasyonên dijî DAIŞê da piştgiriyê didin eskerên Amerîka û Fransayê.

Hat gotin ku eskerên Îtalyayê wê vê gavê rasterast beşdarî pevçûnan nebin.

DAIŞ li ser sînorê Iraqê di nava sînorê Heseke û Dêra Zorê da li du deverên cuda hatiye dorpêçkirin.

Exit mobile version