Wezîrê koçberî û awareyên Iraqê ragihand ku nêzî nîv milyon aware zivirîne malên xwe li Mûsilê.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Casim Mihemed Caf wezîrê koçberî û awareyên Iraqê îro pêgirî li ser dewama hewildana bi şev û roj ji bo vegerandina awareyên iraqî ser deverên xwe kir.
Caf herwisan got: Dabînkirina imkanên binesazîyê, hevdengîya dezgehên curbicur û dabînkirina ewlehîya deverên azadkirî hewcedarê demeke dirêjtir e û evana ji faktorên derengmayîna vegera awareyan li hin deveran in.
Berî vîya wezareta koçberîya Iraqê ragihand ku sedî 45`ê awareyên şêrr zivirîne deverên xwe li Mûsil, Selahedîn, Dîyale û Al Anbarê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)