Nêzîk du milyon koçber û penaberên Sûriyê vedigerine welatê xwe
Navenda pêşwazî û dabeş kirina koçberan li Sûriyê ragehand, nêzîk du milyon Sûriyeyiyan amadebûna xwe ragehandine ku vegerin welatê xwe.
Li gor heman navendê ku ser bi dewleta Sûriyê ye, îro 11.08.2018ê bi beyanameyekê ve ragehandiye ku, zêdetirî milyonek 700 hezar koçber û penaberên sûrî li 9 welatên cîranê Sûriyê, Ewropa û Amerîkaya başûr daxwaza xwe bo vegerê nîşan dane.
Heman navendê amaje bi vê yekê kiriye ku di 24 demjimêrên pêş de 142 koçberên sûrî li Lûbnanê vegeriyane û 288 koçberên din jî li nav Sûriyê bixwe vegeriyane navçeyên xwe.
Hejmara wan koçber û penaberên vegerin û navê wan welatên ku lêne waha ye:
-889.031 koçber û penaberên sûrî li Lûbnanê ne.
– 297.342 koçber û penaberên sûrî li Tirkiyê ne.
– 174.897 koçber û penaberên sûrî li Almanya ne.
– 149.268 koçber û penaberên sûrî li Urdinê ne.
– 101.233 koçber û penaberên sûrî li herêma Kurdistanê û Iraqê ne.
– 99.834 koçber û penaberên sûrî li Misirê ne.
– 412 koçber û penaberên sûrî li Danîmarka ne.
– 149 koçber û penaberên sûrî li Brezîlya ne.
– 68 koçber û penaberên sûrî li Austria ne.