Nêzîkbûna raghandina azadkirina tam a Mûsilê ji bin lepên DAIŞê
Hêzên hevpar ên iraqî derbasî nav navça El-Şehwaniyê bûne ku taxên din ên mayî ji beşa kevn a Mûsilê jî ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê rizgar bikin.
Li gorî rapora kanal televîzyonî ya Al-Alamê, hêzên iraqî tim li dû terorîstên mayî li navçeyên curbicure ên mîna taxên El-Meydan û El-Şehwanî û Bab El-Şet li peravên çemê Dîcleyê li beşa kevnar a rojava Mûsilê ne.
Di eynî demê de hêzêîn iraqî roja îniyê karîn ku navça Îmam rojava li Qiyarê li rojava Mûsilê dorpêç bikin. Kanala nûçan a lubnanî ya Meyadînê raghand li vê navçê, 20 sebebkarên întiharî ya DAIŞê bicih bûne.
Çavkaniya medyayî ya iraqî jî raghand ku fermandeyên meydanî li benda raghandina fermî ya azadkirina tam a Mûsilê ji aliyê Heyder Ebadî fermandê giştî yê Hêzên Çekdar û serokwezîrê Iraqê ne.
Fermandê operasyona hevpar a hêzên iraqî lê raghandine ku Yekînên hevpar ên iraqî tim li taxa El-Tehrîrê beşa kevnar a Mûsilê li halê pêşdeçûnê ne û dê operasyona jibo azadkirina heta çend buhustên axa Msilê û heya gihêştina bo avên çemê Dîcleyê, bidome.
Televzîyona Al-Alamê raghand ku çend roj û renge jî tenê çend siet mane da ku hêzên iraqî raghînin ku Mûsil tam azad kirine ji ber ku hêzên hevpar ên iraqî pêşedeçûnên xwe li hemî mêhweran jibo azadkirina beşên mayî ji beşa kevnar didomînin.
Hevgav, hêzên polîsê Neynewayê bi hewdengî û piştgiriyên artêşa Iraqê, ewlehiya çemê Dicleyê dabîn dikin bi curekê ku terorîstên ku ji navçên pevçûnê bi riya avjeniya ji nava çêm an derbasbûna bi qayiqên biçûk direvin, digrin.
Li gorî gotina Muhemed El-Xizrî, berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hin terorîstên DAIŞê li navçên kêleka çemê Dîcleyê ku navçeyeke bi qamîş e xwe veşartine lê cihê xweweşartina terorîstan li halê keşfkirinê ye.
Her wiha hêzên çekdar ên Iraqê ji destpêka şêr li beşa rojava Mûsilê heya niha bi dehan trimbêl ku DAIŞê ew bombekiribûn keşf kirin eû zevt kirine.. Li gorî gotinna fermandeyekî xwecî yê Rêxistina polîsê navendî yê Iraqê, DAIŞê ev trimbêl jibo teqînê amade kiribû lê hêzên iraqî bi lezînî dijmin xistin davê û DAIŞê nekarî trimbêlên hanê biteqîne.
Hevgavê operasyona eskerî li mêhwera rojava Mûsilê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku malbatên awareyên hêsîrkirî ji lepên terorîstên DAIŞê derxînin.