IraqNûçeRojhilatanavin

Nêzîkbûna raghandina azadkirina tam a Mûsilê ji bin lepên DAIŞê

Hêzên hevpar ên iraqî derbasî nav navça El-Şehwaniyê bûne ku taxên din ên mayî ji beşa kevn a Mûsilê jî ji bin lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê rizgar bikin.

 Li gorî rapora kanal televîzyonî ya Al-Alamê, hêzên iraqî tim li dû terorîstên mayî li navçeyên  curbicure ên mîna  taxên  El-Meydan û El-Şehwanî û Bab El-Şet li peravên çemê Dîcleyê li beşa kevnar a rojava  Mûsilê ne.

Di eynî demê de hêzêîn iraqî roja îniyê karîn ku  navça Îmam rojava  li Qiyarê li rojava  Mûsilê dorpêç bikin. Kanala nûçan a lubnanî ya Meyadînê raghand li vê navçê, 20 sebebkarên  întiharî ya DAIŞê bicih bûne.

Çavkaniya medyayî ya iraqî jî raghand ku fermandeyên  meydanî li benda  raghandina  fermî ya azadkirina tam a Mûsilê ji aliyê Heyder Ebadî fermandê giştî yê Hêzên Çekdar û serokwezîrê Iraqê ne.

Fermandê operasyona  hevpar a hêzên iraqî lê raghandine ku Yekînên  hevpar ên iraqî tim  li taxa El-Tehrîrê beşa kevnar a Mûsilê li halê pêşdeçûnê ne û dê operasyona  jibo azadkirina  heta çend  buhustên  axa Msilê û heya gihêştina  bo avên  çemê Dîcleyê, bidome.

Televzîyona Al-Alamê raghand ku çend roj û renge  jî tenê çend siet mane da ku hêzên iraqî raghînin ku Mûsil tam azad kirine  ji ber  ku hêzên  hevpar ên iraqî pêşedeçûnên  xwe li hemî mêhweran jibo azadkirina  beşên mayî ji beşa kevnar didomînin.

Hevgav, hêzên  polîsê Neynewayê bi hewdengî û piştgiriyên artêşa Iraqê, ewlehiya çemê Dicleyê dabîn dikin bi curekê ku   terorîstên ku  ji navçên pevçûnê bi riya avjeniya ji nava çêm an derbasbûna bi qayiqên  biçûk direvin, digrin.

Li gorî gotina Muhemed El-Xizrî, berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, hin terorîstên DAIŞê li navçên  kêleka çemê Dîcleyê ku navçeyeke  bi qamîş e xwe veşartine lê cihê xweweşartina  terorîstan li halê keşfkirinê ye.

Her wiha hêzên çekdar ên Iraqê ji destpêka  şêr li beşa rojava  Mûsilê heya niha  bi dehan  trimbêl ku DAIŞê ew bombekiribûn keşf kirin eû zevt kirine.. Li gorî gotinna  fermandeyekî xwecî yê Rêxistina polîsê navendî yê Iraqê, DAIŞê ev trimbêl jibo teqînê amade kiribû lê hêzên iraqî bi lezînî dijmin xistin davê û DAIŞê nekarî trimbêlên hanê biteqîne.

Hevgavê operasyona  eskerî li mêhwera rojava  Mûsilê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê karîn ku  malbatên  awareyên  hêsîrkirî ji lepên  terorîstên DAIŞê derxînin.

Başa dön tuşu