ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Nêzîkî 100 eskerên destdirêjkir ên sûdanî li Yemenê hatin kuştin

Li encama operasyona hêzên tevgera Ensarullahê û artêşa Yemenê meqerên eskerên sûdanî yên endamê hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li çola Mîdiyê ya parêzgeha Heceyê nêzîkî 100 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora roja îniyê ya  Fars News`ê û ji zarê Îlam Ul-Herbiyê, hêzên Tevgera Ensarullahê û artêşa Yemenê duh, eskerên  sûdanî yê endamê hevalbendiya  destdirêjkira siûdî li du mêhwerên  El-Mezari û El-Mexazinê li çola Mîdiyê  li bakurê rojava parêzgeha  Heceyê dan ber êrişan.

Pêştir  eskerên sûadnî bi piştgiriya hewayî ya Rejîma  Siûdî, êrişên  berfireh bi armanca  dagirkirina  çola Mîdiyê destpê kiribûn.

Çavkaniyên nûçan  ên yemenî ji zarê rayedarekî eskerî ragihandin ku hêzên Ensarullahê û artêşa Yemenê piştî dorpêçkirina  êrişkiran, êriş kirin ser meqerên wan  û zêde ji 10 trimbêlên eskerî ji wan tank û trimêlên zirixî têk birin ku li encama vê operasyonê, zêde ji 94 esker hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Rejîam siûdî lê dixebite bi dagirkirina tam a çola Mîdiyê li bakurê rojavaya  parêzgeha Heceyê, peywendiya hêzên yemenî bi navçên peravê re qut bike.

Artêşa Sûdanê ji 25ê Adara sala 2015` an va heya niha  ser daxwaza Erebistana Siûdî  beşdarê şerê tev xelkê Yemenê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu