Li encama operasyona hêzên tevgera Ensarullahê û artêşa Yemenê meqerên eskerên sûdanî yên endamê hevalbendiya destdirêjkirê siûdî li çola Mîdiyê ya parêzgeha Heceyê nêzîkî 100 kes hatin kuştin û bi dehan kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja îniyê ya Fars News`ê û ji zarê Îlam Ul-Herbiyê, hêzên Tevgera Ensarullahê û artêşa Yemenê duh, eskerên sûdanî yê endamê hevalbendiya destdirêjkira siûdî li du mêhwerên El-Mezari û El-Mexazinê li çola Mîdiyê li bakurê rojava parêzgeha Heceyê dan ber êrişan.
Pêştir eskerên sûadnî bi piştgiriya hewayî ya Rejîma Siûdî, êrişên berfireh bi armanca dagirkirina çola Mîdiyê destpê kiribûn.
Çavkaniyên nûçan ên yemenî ji zarê rayedarekî eskerî ragihandin ku hêzên Ensarullahê û artêşa Yemenê piştî dorpêçkirina êrişkiran, êriş kirin ser meqerên wan û zêde ji 10 trimbêlên eskerî ji wan tank û trimêlên zirixî têk birin ku li encama vê operasyonê, zêde ji 94 esker hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Rejîam siûdî lê dixebite bi dagirkirina tam a çola Mîdiyê li bakurê rojavaya parêzgeha Heceyê, peywendiya hêzên yemenî bi navçên peravê re qut bike.
Artêşa Sûdanê ji 25ê Adara sala 2015` an va heya niha ser daxwaza Erebistana Siûdî beşdarê şerê tev xelkê Yemenê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)