IraqNûçeRojhilatanavin

Nêzîkî 20 milyon kesan xwe gihandine bajarê pîroz ê Kerbelayê

Coş û Kelejana evîndarên serwerê azadeyên cîhanê li Kerbelayê gihêştiya asta xwe ya herî jorîn û bi awayekî mersima Erbeîna Huseynî bûye sembola yekitî û yekdiliya misilmanan.

 Îsal mersima Erbeîîna Huseynî(s) pêka salên buhurî bi beşdariya menewî û bi coş a tazîdarên huseynî bûye wek pêşangeh û manovra yekitiya misilmanan.

Nesîf Casim Xitabî serokê konseya walîtiya Kerbelayê roja yekşemê ragihand ku heya niha nêzîkî 20 milyon kesan xwe gihandine bajarê pîroz ê Kerbelayê ku zêde ji 3 milyon û nîv ji wan ziyaretkirên biyanî (ne iraqî) ne.

Şemiyê şevê û li şeva Erbeîna huseynî û roja yekşemiyê bi milyonan  ziyaretkir ji qewm û çînûqatên  curbicur li  Beyn El-Heremeynê (navbera du hereman) jibo seyd û salarê şehîdên cîhanê Eba Ebdullah El-Huseyn (s) tazîdarî kirin û bi yekdengî slogana “Ene  Mezlûm Huseyn“ qiriyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu