CîhanEwropaNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê gefa têrorîstî li cejnên Krîsmesê xwar

Koma têrorîst a DAIŞ`ê tevî gefxwarina ji bo pêkanîna êrîşên têrorîstî li bazar û nexweşxaneyên Ewropayê li betlaniyên Krîsmesê ji misilmanan xwest ku li navendên lidarxistina cejnên Xirîstiyaniyan amade nebin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê ji zarê Sky News`ê, gefa DAIŞ`ê li halekî pêk hat ku rayedarên ewropî kiryarên ewlehiyê piştî êrîşa têrorîstî li Bêrlînê ji aliyê kamiyûneke DAIŞ`ê û kuştina 12 kesan di vê mehê da giran kirin.

Kanala Naşirê ya ser bi DAIŞ`ê bi weşandina peyamekê li Întirnitê, têrorîstên bi kêr û çekan nîşan dan ku êrîşî ser Dara Krîsmesê kirin.

DAIŞ`ê li vê peyamê ku xitabî Ewropayê bû ragihand ku dê cejn, kombûn, bazar, Şano û sînema, navendên ticarî û heta nexweşxaneyan bide ber êrîşê.

Vê koma têrorîst her viha ragihand: “Em ê agirlîstinan bikin kemberên teqînê û mûzîk û çepiklêdanê bikin şîn û girîn.“

Rayedarên amerîkî pêştir ji viya li bara gefên DAIŞ`ê û pêwîstiya parastina navendên gelanî û heta klîseyan di rojlên betlaniyên Krîsmesê da hişyarî dabûn saziyên ewlehiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu