Niftkêşa Îranê li perravên Çînê tûşî bûyerê bû

Berdevkê wezareta niftê ya Îranê got: “Niftkêşa agirpêketî li perravên rojhilata Çînê ser bi Kompaniya neteweyî ya Niftkêş a Îranê û kirêkirî ji aliyê kompaniyeka koreyî bûye.
Berdevkê wezareta niftê ya Îranê, Kesra Nûrî tevî ravekirina lihevketina du gemiyên nifthilgir li perravên rojhilata Çînê her wiha got: “Niftkêşa agirpêketî li perravên rojhilata Çînê li halê cîbicîkirina şilikên gazî tûşî bûyerê bûye“.
Berdevkê wezareta niftê ya Îranê tevî piştrastkirina 30 îraniyan li bûyera lihevketina du gemiyên nifthilgir li perravên rojhilata Çînê, got: “Hîn egera lihevketinê diyar nîne û tu agahiyek ji hejmara goriyan tune“.
Li gorî vê raporê, gemiyeka niftkêş a Kompaniya Neteweyî ya Niftkêşan a Îranê îro anku Yekşemiyê li riya ber bi Koreya Başûr va ji ber lêketina li keştiyeka barhilgir teqiya.
Vê keştiya îranî şilikên gazî yên Parsa Başûr bo kompaniya Hanwa Total a Koreya Başûr dibir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)