Nîgeraniya Rêxistiya Netewên Yekgirtî ji reşa dersxwendina zarokên sûrî

Sandiqa zarokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li bara mehrûmbûna milyonek û 700 hezar zarokên sûrî ji dersxwendinê hişyarî da.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Kirîstof Bûlîyark berdevkê sandoqa zarokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî li press konferansa xwe ya roja îniyê li meqera ewrûpî ya vê saziyê li Genevayê li bara mehrûmbûna milyonek û 700 hezar zarokên sûrî ji dersxwendinê hişyarî da û ragihand ku hegera vê wezyeta çêbûyî jî krîza nav Sûriyê ye.
Kirîstof Bûlîyark destnîşan kir; Xîncî viya xetera vê yekê jî heye ku milyonek û 300 hezar zarokên Sûriyê yên din jî nikaribin dewamê bidin dersxwendina xwe.
Berdevkê sandiqa zarokên Rêxistiya Netewên Yekgirtî destnîşan kir ji Adara sala 2011 ku krîza Sûriyê destpê bû, heta niha 4 hezar êrişên ser medresan hatine kirin û li van êrişên du hefte berî niha ser medreseyan jî 9 zarok hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)