ÎranNûçeRojhilatanavin

Nihêrîna rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi: Hemaseya 9 Dêyê mînaka qaweta nizama Komara Îslamî ye

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi, roja sêşemiyê li destpêka dersa derveyî fiqhê û bereberê salvegera Hemasa 9 Dêya 1388`an (29`ê Kanûna 2009`an), ev hemaseya bêmînak û qaweta fikrî ya xelkê ji mînakên qaweta nizama Komara Îslamî da zanîn.

Wî destnîşan kir: Îro bernameya  dijberiya  qawetên Îsalmî li hember Komara Îslamî ya Îranê jibo jinavbirina  qaweta madî û menewî û viyan û îrada  gelê Îranê ye.  Berûvajî viya divê ev qaweta  were parastin û rojêbirojê were xurtkirin.

Amerîka li hemî salên piştî serketina Înqilaba Îslamî, bi dû lawazkirina nizamê û ji hev hilweşandina yekbûna gelê Îranê bûye û hewl daye Komara Îslamiya Îranê ji hundir ve tûşî nakokiyên siyasî û hilweşyana civakî bike. Lê berxwedana xelkê Îranê li hember meselên wekî fitneya piştî hilbijartina dehemîn dewra serokkomartiya Îranê di sala 1388`an (2009) de nîşan da ku xelk wekî hêza sereke û bingeha girîng a istiqrar û mayîna înqilab û nizama Komara Îslamî, qet îznê nadin dijminan ku bikevin navbera wan de. Fitneya sala 88`an pişkek ji pîlaneka endazyarîbûyî jibo têkbirina nizama Komara îslamî bû ku tûşî şikestê bû.

Amerîka û hin welatên ewrûpî ji rojên destpêka pêkhatina Komara Îslamiya Îranê, têkbirina wê wekî armanceka stratêjîk di nava destûra xebata xwe danîne . Di rewşa niha de eger çi Amerîka ji ber hêz û yekbûna gelê Îranê, gefên dijwar danîne  ewlewiyeta xwe ya duyemîn lê bi şerrê nerm her wekî berê bi dû reftara  dijî Îranê ye. Li gorî hin têorîsiyenên li welatên rojavayî, tenê riya nifûz û bandordanîna li ser pergala Komara Îslamî, bikaranîna hêza şerrê nerm û teknîkên operasyona rewanî û propagandayî ye.Welatên rojavayî di vî warî de bi bikaranîna hemî alavan û ji wan xistina bin pirs û gumanan a rastbûna hilbijartina û serweriya xelkê li nizama Komara Îslamiya Îranê, hewl daye ku bigihîje vê armancê. Ev dijminatiya wê heya dema ku Komara Îslamiya Îranê li ser nirxên xwe sekiniye, bidome ku nîşana zêdexweziyên Amerîkayê ye û her ew rastiya ye ku parastina amadetiya Îranê li hemî warên şerrê rûbirû û şerrê nerm, pêwîst kiriye. Li gorî vê pêvajoyê ye ku rêberê giranqedr li ser pêwîstiya pergalbûna  bi cureyên qawetan ji wan qaweta fikrî, aborî, cîvakî û seferberiya gelanî pêgirî kir û got: Derketina  bi milyonan kesan li 22`ê Meha Behmenê nav kolan û çarsiyan piştî derbasbûna  nêzîkî 40 salan  ser Inqilaba  Îslamî, nîşana  qaweta nizama îslamî li warê seferberiya gelanî ye ku ev mijara li cîhanê bêmînak e. Ev hêz û qaweta ji ber besîret û dijminnasiya gelê Îranê ye.

Li gorî rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi, hemaseya 9`ê Dêyê, mînakeka din hêz û qaweta nizamê ye û di wê bûyera bêmînk de, hêza fikrî ku bingeha sereke ya nizama Îslamî ye, xelk kişandine kolanan û ew bûyera bêmînak pêk anîn

Wî hebûna  nizama îslamî û xwediyê  qawet û nifûzê li meselên curbicur ên navçeyê sedema  derketina dijminatiyê û kîn û nifreta  qawetên cîhanê da zanîn û got:  Nizama serdestîxwaz dijberê her cure fikr û tevgera li dijî zilmê û duberekiyê li cîhanê ye lê wextekê  bi hemî hêza xwe li hember tevgerekê radiweste ku vê tevgerê karibe gel û neteweyekê bixe tevgerê.

Wî bingeha komplo û dijminatiyên curbicur digel Komara Îslamî ya Îranê, dijberiya Îrana ku xwediyê çavkaniyên  zav ên  xwezayî  û însanî û aborî, gotin û mentîq û menbera siyasî û amûr û hêza hêja  ya eskerî ye, li hember nizama serdestîxwaz  da zanîn û destnîşan kir: Divê Komara Îslamî ya Îranê li hember van dijmiantiyan qaweta xwe jorde bibe û hegera tekezkirina   ser zêdekirina  qaweta navxweyî û  qahîm û xurtkirina  binavahiyan  jî ev mesela ye.

Rêberê giranqedr ê Cihana Îslâmi bûyera 9`ê Dêya 1388`an (29`ê Kanûna 2009`an) mînakeke din ji pîvanên  qaweta nizamê da zanîn û got: Li wê bûyera  bêmînak tu kes  karbidest nebû û qaweta  fikrî ku  nijyara sereke  ya nizama îslamî bû xelk kişande kolan û çarsiyan û ev buyera bêmînak pêk hat.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bextewerî û  bêbextî girêdayî bi çawaniya bikaranîna qawetê da zanîn û li bara  qaweta  ji ber çekên navokî got: Qedexetiya  çekên navokî  bingeheke  pir giring  a  fiqhî û beraqil heye lê îmkana  hewldana jibo bidestxistian  qawetan di destê dewlet û gel de ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu