Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, roja çarşemê bi hizûra li mersima xilasiya dersa xwendekarên efseriyê û perwerdekirina zanîngeha Îmam Huseyn (s), cardinê ser giringiya hilbijartinên pêşber tekez kir û faktorên deshilatdarî û qaweta Komara Îslamî ya îranê hilêxistin.
Hezretê ayetullah Xamineyî li vê merasimê bal kişand ser parametr û faktorên deshilatdariya welêt û gelê Îranê û destnîşan kir: Ewlehî û aramiya Îranê li navça aloz yek ji şanaziyên Komara îslamî ya Îranê ye ku ketiye ber hedefa qawetên îstikbarî.
Mijara ewlehiyê roja îro êdî bi tenê aliyeke xwe tine û xurtkirina hêza eskerî bi tenê nagire ber xwe belkî mijareke çend alî ye.
Îranê bi palpiştiya hêza xwe ya navxweyî, pîvan û faktorên xwecî û bibandor ên qawetê pêk aniye ku îro rojê li hawîdora xwe ya bêewleh, xwediyê ewlehiyeke mayînde ye.Wî zanist û pêşketinên zanistî aboriya bihêz û serbixwe, qaweta eskerî û hêzên çekdar ji sedemên deshilatdariya Îranê dan zanîn.
Helwesta dewleta berxwedanê ,qaweta berevaniyê û îqtidara berevaniyê ye û îro komara îslamî ya îranê wek dewleta berxwedanê, xwediyê siyaset, aborî û hêzên çekdar, liv û tevgera navneteweyî û navça nifûza berfireh e.
Her ewqas ku qaweta eskerî ji wan amûrên cengê yên mîna çêkirina mûşekan ji welêt re qawet û otorîteyê çê dike, her wisa hebûna aboriya xurt û serketî li warê ilm û teknolojiyê jî jibo xurtkirina qaweta pêşlêgirtin û berevaniyê pêwîst e.
Dewleta berxwedanê yanê eva ku li hember dijminan paşde nekişin.
Li gorî gotina rêberê giranqedr, dewleta berxwedanê naxwaze ku destdirêjiyê ser welatan bike û bibe serdetxwaz û ne jî helwesta berevanî û pasîvbûnê heye. Li gorî gotian rêberê giranqedr , dewleta berxwedanê hin pîvanên xwe hene ku siayset, aborî, hêzên çekdar, liv û tevgera navneteweyî û navça nifûza berfireh dikemilîne. Ev pîvan qaweta berevaniyê xurt dikin û KOmara Îslamî ya Îranê dikine welatekî bihêz, serbixwe û xwediyê nifûz û stayla siaysî li alugurên navçeyî û navneteweyî. Rêberê giranqedr her wiha tekez kir:Bila dijmin bizanin ku ger li fikra destdirêjiya ser Îranê bibn wê rastî bertekên giran werin. Diqewme ew desdirêjiyê destpê bikin lê dawiya kar ne di destê wan de ye.
Hezretê ayetullah Xamineyî destnîşan kir: Armanca demnavîn a dijmin jî mesela aborî û meaşa gel e da ku bêkarî weke belayekê li Îranê berfireh bibe da ku gel ji Komara Îslamî ya Îranê ji ber pirsgirêkên jiyan û meaşê dilsar bibin.
Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî her wiha bal kişand ser hilbijartinên pêşber û tekez kir: Beşdariya rêk û pêk û bi exlaqê ya gel li hilbijartinê sedema şeref û rometa Komara Îslamî ya Îranê ye û bê qanûnî û bedexlaqî û hêvîdarkirina dijmin li hilbijartinê dê ser zirara Îranê bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)