EfrîqaNûçe

Nijerya: Baregeha sereke ya Boko Haramê hat bidestxistin

Nijeryayê daxuyand ku baregeha sereke ya Boko Haramê hatiye bidest xistin.

Serokdewletê Nijeryayê Muhammed Buhari daxuyand ku baregeha sereke ya Boko Haramê hatiye bidest xistin. Buhari eşkere kir ku baregeha li daristana Sambisayê hatiye rizgarkirin û îdia kir ku cihê ku cîhadîstên Boko Haramê birevinê, nemaye.

Serokdewletê Nijeryayê got li Sambisayê cihê herî dawiyê ku rêxistina Îslamîst lê dimîne, hatiye rizgarkirin û anî ziman ku operasyon ev çend hefte ne berdewam dikin. Tê diyar kirin ku endamên Boko Haram ên ku reviyan dikare êrîşan pêk bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu