ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Nimandina berhemên nû yên hêza bejayî ya artêşa Îranê

Hevgavê birêxistina meşq mezin a Mihemed Resûlulah (S)-4 a hêza bejayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê li devera başûra rojhilata Îranê, tifinga nû ya nîşanbazan a bi navê Tahir û balafira bêfirokevan a destan a Ferpad`ê hatin nimandinê.

Emîr sertîp Riza Zewarêyî alîkarê cehada bêminetîyê ya hêza bejayî ya artêşa Îranê got: birra tifinga nîşanbazan a Tahir`ê ku îro li manovra Mihemed Resûlulah (S)-4 hat nimandinê, 1200 mêtir e lê, birra kêrhatî ya wê bi dûrbînê 800 mêtir û bêyî dûrbînê jî 400 mêtir e.

Emîr sertîp Zewarêyî herwiha got: Tifinga nîşanbazîyê yek ji hewcedarîyên girîng ên hêza bejayî ya artêşa Îranê nemaze marînzan bûye ku di salên dawîyê da çend modêlên wê ji wan Şahir û Bahir hatine çêkirinê.

Herwiha di duyemîn roja lidarxistina manovra Mihemed Resûlulah (s)-4 a hêza bejayî ya artêşa Îranê da, firokeya bêfirokevan a Ferpad`ê hat bikranînê. Ev firokeya dema dijmin alozîyan di sîstema radarê da pêk bîne, bi awayekî otomatîk dizvire baregeha xwe.

Meşqa sêrojî ya Mihemed Resûlulah (S)-4 a hêza bejayî ya artêşa Îranê li devera başûra rojhilata Îranê û li perravên Mekranê tê lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu