ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Nimandina destkevta herî nû ya beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêşa Komara Islamî ya Îranê

Proja jordabirina asta têknolojîya bikarhatî li helekoptêra 206 a beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêşa Komara Islamî ya Îranê hat nimandinê.

Li vê projê helekoptêra 206 a beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêşa Komara Islamî ya Îranê him ji hêla nermalav û him jî ji hêla hişkalavê ve hatîye nûjenkirin û birojkirinê.

General Kîyûmers Heyderî fermandeyê hêza bejayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê îro li konferansa sûdwergiritna ji ezmûnê ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê û Sêpaha Pasdarên Inqilaba Islamî tevî nimandina vê proja birojkirî ya helekoptêra 206`ê got: Firokevanên beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêş û Sipahê ji bo parastina Îranê tam amade ne.

General Heyderî herwiha got: Hêzên beşa hewayî yên hêzên bejahî yên Artêşa Komara Islamî û Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî li rex hev û bi hev ra ne.

Konferansa sûdwergiritna ji ezmûnê ya beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêşa Komara Islamî ya Îranê û Sêpaha Pasdarên Inqilaba Islamî îro bi amadebûna general Yûsif Qurbanî fermandeyê beşa hewayî ya hêza bejahiya Artêşê û general Mihemed Rehmanî fermandeyê hêza hewayî ya Sipahê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu