İslami Davet Kurdi Bange İslami

Nimandina destkevtên nû yên hêza deryayî ya artêşa Îranê

Destkevtên nû yên hêza deryayî ya artêşa Komara Îslamiya Îranê, bi amadebûna cîgirê erkantiya gişt hêzên çekdar ên Îranê li Têhranê, hatin nimandin.

Li gorî rapora IRNA`yê, ev destkevtên nû ku sibeha şemiyê bi beşdariya emîr sertîp Ebdulrehîm Mûsewî, cîgirê erkantiya gişt hêzên çekdar ên Îranê, hatin nimandin, projeya hewza kişandinê (Plandarêştin û avakirina hewza kişandina jibo ceribandina dînamîkî ya modela soberîbar), projeya Samin (plandarêştin û avakirina sîstima kontorla agirbarana hewayî û ast bi ast a gemiyên cengî yên mûşekavêj û klasa Cemaranê) û projeya Radara LPI (plandarêştin û avakirina radara li erdê ya leşkerî) digire ber xwe.

Herwiha li rêûrisma nimandina vê destkevta nû, projeya Radara Mertala Deryayê û projeya Mêrsadê jî hatin nimandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version