AborîCîhanNûçe

Nirxê petrolê rekor şikand: %5 zêde bû

Li gel vebûna borseyên cîhanê, nirxê petrolê îro bi rêjeya %5 zêde bû û rekor şikand. Nirxê her bermîlê petrolê 57 dolar derbas kir. Nirxê petrolê ji ber rêkevtina roja şemî 10ê Kanûna 2016ê ya di navbera wealtên endamên OPECê û welatên berhemhênerê petrolê yên li derveyî OPECê de, zêde bû.

Li gorî wê rêkevtinê, biryar e rojane welatên berhemhênerên petrolê yên li derveyî rêxistina OPECê, rojane 500 hezar bermîlan ji berhemanîna xwe kêm bikin. Rêkevtina navbera OPECê û welatên din dê ji destpêka sala 2017ê de were cîbicîkirin.

Îro duşemî 12ê Kanûna 2016ê bi vebûna bazarên borseyên cîhanê û ji ber bandora rêkevtina OPECê û welatên din ên berhemhênerê petrolê, buharê petrolê gelek zêde bû.

Li gorî agahiyan, nirxê her bermîleke petrolê îro bi rêjeya %5 bilind bû û di bazarên Asyayê de, nirxê her bermêleke petrola Brentê 57 dolar derbas kir. Ev nirx jî bilindtirîn ast di heyama 1 sal û nîv a bihorî de ye. Herwiha nirxê her bermîlê petrola Texsasê (Teksas) jî zêdetirî 54 dolarî hat firotin.

Pêştir OPEC di roja 30ê Mijdarê de ragihand, ku endamên wê rêxistinê li hev kirine, ku rêjeya berhemanîna petrola xwe di rojekê de bi qasî 1 milyon û 200 hezar bermîlan kêm bikin. Tê pêşbînîkirin, ku ji ber rêkevtina welatên endamên OPECê û herwiha rêkevtina OPECê bi welatên din ên berhemhênerê petrolê re, nirxê petrolê bo asta zêdetir ji 60 dolarî bo her bermîlekê zêde bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu