NûçeÎranRojhilatanavin

Nîşangeha Destkeftên Pîşeya Navokî ya Îranê dest pê kir

Nîşangeha 53’an a Destkeftên Pîşeya Navokî ya Îranê, bi beşdariya Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê dest pê bû.

Nîşangeha 53’an a Destkeftên Pîşeya Navokî û Destkeftên herî dawîn ên Saziya Enerjiya Navokî ya Îranê, sibeha îro Pêncşemiyê bi amadebûna “Mihemed Îslamî”, Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê dest pê kir.

Di vê nîşangehê da destkeftên Saziya Enerjiya Atomê ji wan navenda pergala ewlehiya navokî ya welêt, amadekirin û çêkirina cûre sîstimên pîvana navokî, têknolojiya sincirandin û têkelkirina navokî, bidestxistina zanist û teknolojiya Kowantomê, amadekirin û çêkirina cûre lazerên pîşeyî û pizişkî, geşkirina çandiniyê bi teknolojiya navokî, geşkirina teknolojiya Plasmayê, berhemanîna radyodermanên pêderxistina nexweşîyan û dermankirinê tên nimandin.

Komara Îslamî ya Îranê jî bi palpiştiya şiyana pisporên xwe berê xwe daye bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî û bi nêta xêrê selimandîye ku ti armancek ji bilî bikaranîna aştiyane û pîşeyî ya vê enerjiyê tine.

Başa dön tuşu