ÎranNûçeRojhilatanavin

Nîşangeha hewavaniyê bi beşdariya wezîrê berevaniyê

Heştemîn nîşangeha navneteweyî ya hewayî û esmangeriyê ya Îranê bi beşdariya Husêyn Dêhqan wezîrê berevanî û piştgiriya hêzên çekdar yê Îranê li girava Kîşê li başûrê Îranê karê xwe destpê kir.

  Li gorî rapora malpera ragihandinê ya kanala Xeberê, zêde ji 100 şîrketên  navxweyî ji rêxistin û saziyên hewayî, esmangerî, navendên  lêkolînê, zanîngehî û navendên perwerdehî û hîndekariya bilind û her wiha  şîrketên biyanî ji welatên  Almanya, Rûsiyê, Îtaliya, Brîtanya, Japonya, Polanya, Litonî, Sengapûr, Malizya, Tirkiye, Fransa û Ukraynê li vê nîşangehê beşdar bûne.

Şîrketên zanistî û  berhemanînê yên amûrên hewayî û esmangeriyê û teknolojiyê li vê nîşangehê destkevtên xwe xistin ber çavan.

Nimandina hin planên nû û zanistî, lidarxistina  civîna  hevkariyên  Îran û Rûsiyê, lidraxistina roja neteweyî ya fezayî û esmanî, kargeha hîndekariyê ji bernamên vê nîşangehê ne. Her wiha nimayişya hewayî îro destpê dibe.

Firîna akrobatîk a tîma hewayî ya Rûsiyê  bi çend balefirên  SU-27ê, firîna  tîma  akrobatîk ji welatê Lêtoniyê, firîna  balefiran û helîkopterên  Qezaqistan û Ukraynê ji beşên  nimayişa hewayî ya balefirên derve ye .

Cihanîna  nimayişa hewayî bi Mig 29`ê û F5ê ya hêza hewayî ya artêşa Komara Îslamî ya  Îranê, balefirên  SU ya hêza hewa fezaya  sipahê pasdarên  Inqilaba  Îslamî, cureyên  balefirên  sivik û paraglayder beşeke din ji bernamên  nimayişa hewayî ye.

Heştem nîşangeha  navneteweyî ya pêşeyên hewayî ya Îranê heya 19 Mijdraê didome (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu