ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Nîşangeha Hunerên Xeyalî ya hunermendên îranî li Iraqê

Nîşangeha Hunerên Xeyalî ya hunermendên îranî bi amadebûna wezîrê çandê yê Iraqê û alîkarê sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Bexdayê hat vekirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Firyad Riwandizî wezîrê çandê yê Iraqê piştî vekirina Nîşangeha Hunerên Xeyalî ya hunermendên îranî, temaşeyî tabloyên hunera resen a îranî kir.

Riwandizî got: Lidarxistina nîşangehên îranî yên wek vê nîşangehê, pêngaveke durist di çarçova berfirekirin û kûrkirina peywendîyên çandî û hunerî yên di navbera her du welatan de ye.

Seyîdmûsa Elîzade-Tebatebayî alîkarê sefîrê Îranê li Iraqê jî qedrê rayedarên her du welatan ji ber hevkarîyên baş ên çandî û hunerî girt û ragihand ku armanca lidarxistina vê nîşangehê nasyarbûna zêdetir a berpirs, hunermend û gelê Iraqê digel şaristanîyet û çanda dewlemend a Îranê ye.

Nîşangeha Hunerên Xeyalî ya hunermendên îranî li Iraqê bi hevkarîya wezareta çandê ya vî welatî û rawêjkarê çandê yê Komara Islamî ya Îranê û Navenda Lêkoleran a Şahidê di çarçova berfirekirina hevkarîyên her du welatan de hat liarxistin.

Başa dön tuşu