ÎranNûçeRojhilatanavin

Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê Îranê çinîna dendikên gulberojê bi festîvalekê dest pê dike

Li bajarê Xoy yê Rojhilatê Kurdistanê Îranê çinîna dendikên gulberojê bi festîvalekê dest pê dike.

Ev çend sal in li bajarê Xoy, ku girêdayî parêzgeha Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê Îranê ye, bi festîvalan dest bi werza çinîna dendikên gulberojê tê kirin.

Bajarê Xoy di warê berhemanîna dendikên gulberojê de li ser astê Îranê yekem e. Her sal herî kêm 30 hezar ton dendikên gulberojê li Xoy berhem tê.

Wek her sal, îsal jî cotkarên Xoyê dê bi festîvalekê dest bi çinîna berhemên gulberojê bikin. Festîval dê destpêka meha Îlona îsal were lidarxistin. Festîvala îsal dibe pêncemîn festîval.

Başa dön tuşu