IraqNûçeRojhilatanavin
Nîşangera jin a herî bi xeter a DAIŞê ji alîyê hêzên arteşa Iraqê ve hat kuştin

Çavkanîyeke ji hêzên ewlekarîya Iraqê ji Spûtnîkê re ragihand, nîşangera jin a bi pasaporta Libyayê ku bi sedan kes li Mûsilê kuştine ji alîyê hêzên Iraqê ve hatiye kuştin.
Çavkanîyê diyar kir, wê nîşangera jin xwe bi navê Marîya dida naskirin û li rojavayê Mûsilê xwe vedişart.
Hat ragihandin ku nîşangera DAIŞê heta niha gelek sivîlên ku dixwestin derbasî herêmên kontrola arteşa Iraqê bibin kuştine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)