NûçeRojhilatanavinSûriye

Nivîsgeha serokkomariya Sûriyê belavbûna nûçên derew li bara nexweşiya Beşar Esed serokkomarê vî welatî red kir

Nivîsgeha serokkomariya Sûriyê li daxûyaniya duh îniyê ya xwe destnîşan kir; Hinek ji navendên belavkirina nûçên derew nûçeyek li bara rewşa nebaş a saxlemiya Beşar Esed belav kirine ku ev nûçên hanê derew in û û kifş e ku nûçên wiha ji aliyê kîjan grûpan û bi çi siyasetê belav dibin.

Saziya serokkomariya Sûriyê ev derewên wiha ji aliyê terorîstan û piştevanên wan wekî xeyaleke bê encam da zanîn û destnîşan kir; Ev nûçên wiha yên derew li halekî belav dibin ku serketinên meydanî û siyasî ji bo artêş û dewleta Sûriyê têne dest.

Terorîstên işkestxwarî li nav Sûriyê, piştî işkestên curbicur çi li meydanên şêr û çi jî li gotûbêjên siyasî, niha bona jordabirina morala xwe nûçeyên derew li bara rewşa saxlemiya serokkomarê Sûriyê belav dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu