AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Rûhanî: Îran amadeyî berfirehkirina hevkariyan tev Pakistanê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku Îran amadeyî berfirehkirin, bihêzkirin û xurtkirina giştalî ya hevkariyan tev Pakistanê ye .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî li roja dawiyê ya sefera Pakistanê nav koma nûçegihanan bal kişand ser hevhatian du welatan li warê enerjiyê û got : Îran li warê guhestina gazê bo Pakistanê tevî hebûna hemî pirsgirêkan erk û berpirsiayrên xwe cih anî û Pakistan jî divê berpirsiyarên xwe li warê dewama avakirina ev boriya guhestna gazê li axa xwe cih bîne .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê giringiya bendera Çabuharê û bendera Guwaderê bi bîr xist û got : bi zeliqîna van du benderan hemî welatên Asiyaya rojhilat ji wan Çîn dê jê sûdê wer bigrin .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha gihêştina rêhesina Çînê bo Pakistanê û paşê Îranê wek zeliqîna rojhilata Asiyayê bo rojhilata navîn da zanîn û got ku bi zeliqîna vê rêhesinê bo Rûsiyê ji riya Îranê, peywendiya ASiyayê bo Ewrûpayê dê were damezrandin û dê ticaret hêsan bibe .

Rûhanî li bara rola Têhranê li muzakirên aşitiya Sûriyê jî got ku dê pirsgirêkên heyî ji riya gotûbêjê werin çareser kirin û divê hemî welat bona damezrandina aşitî û gotûbêj û birêvebirina hilbijartinan li Sûriyê beşdariyê bikin .

Serokê Komara îslamî ya îranê bal kişand ser bihêzkirina tedbîrên ewlehiyê yên Îran û Pakistanê li sînorên hevpar û got : bi dabînkirina ewlehiay sînoran dê bo berfirehkirina hevkariyên ticarî rê were xweş kirin .

Serokê Komara îslamî ya Îranê li sefera xwe ya du rojî bo Pakistanê piştî hevdîtina tev serokkomarê, serokwezîr, şêwirmendê serokwezîr li karûbarên derve, beşdariya li civîna hevpar a aborî ya bazirganên Îran û Pakistanê û beşdariya li mersima mohrkirina 6 belgeyên hevkariyê li warên curbicur navbera du welatan, duh berêvarê ji Îslamabdê ber bi Têhranê ve hat . (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu