Cemîl Farsî nivîskarê dijberê Rejîma Siûdî ji ber rexnekirina kiryarên vê rejîmê bona normalkirina peywendiyan bi Rejîma Siyonîstî re hatin girtin.
Li gorî rapora roja yeşmeiyê ya IRNA`yê ji zarê malpera nûçana Erebî 21`ê, rûpela twîterê ya zindaniyên eqîdetî yên Erebistanê, vîdyoya hevpeyvîna Cemîl Farsî bi televîayona El-Mecdê ku têde raghand: Rejîma Siyonîstî dijminê misilmanan û dagirkirê erdên erebî ye û îmakna normalkirina peywedniyan bi wan re tine li rûpelên civakî weşand.
Dadgeha Rejîma Siûdî jî Cemîl Farsî bi tawana pûç a hebûna bîr û hizrên bi talûke girtiye.
Li gorî vê raporê li vê hevpeyvînê Fehd El-Senîdî rojnamevan û Sed El-Etîbî mamosteyê zanîngeha Erebistanê jî hizûra wan hebû ku ew du jî ji aliyê Rejîma Alê siûd hatin girtin û niha di girtîgehên vê rejîmê de ne.
Muhemed Bin Selman welîehdê siûdî pêştir li gotûbêja bi kovara emerîkî ya Atlantîkê re îdia kir: “îsraîliyan mafê xwe hene xwediyê erdê xwe bin”.
Gotin û kiryarên vê dawiyê yên Muhemed bin Selman nîşana hewldana wî bo pêkanîan peywedniyê bi Telavîvê di rewşa aloz a Erebistanê ye.
Ji dema bidesthilatbûna Muhemed Bin Selman, Rejîma Siûdî heya niha bi dehan rûhanî, mamsoteyên zanîngehan û xwendekar ji ber rexnekirina siyasetên Bin Selman girtine.