AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Nobext: Firotina nifta Îranê du qatî jorda çû

Berdevkê dewleta Komara Islamî ya Îranê ragihand ku di yeksala buhurî da firotina nifta Îranê du beranber bûye.

Mihemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Îranê îro li civîna rojnamevanîyê bal kişande ser derbasbûna salekê ji wajokirina rêketinama navokî di navbera Îranê û Koma 5+1`ê li Vîyenê da û got: Istandina 1.7 milyard dolar ji daraîyên Îranê ji Amerîkayê û her wiha zêdebûna du beranber a firotina niftê, nîşana şikesta boykotên li dijî Îranê ne.

Nobext bi gotina vîya ku derxistina nifta xav a Îranê piştî rakirina boykotan bi awayekî berbiçav zêde bûye, ragihand: Roja îro qerebalixîya serdana welatên dinyayê bo Îranê nemaze yên ewropî jibo girêdana peymanê bi Komara Islamî ya Îranê ra kifş û dîyar e.

Berdevkê dewleta Îranê her wiha li bara piştgirîya dewleta Fransayê û rêjîma Siûdî ji koma têrorîst a Minafiqînê got: Wezareta karên derve ya Îranê di vî warî da helwesta xwe nîşan daye û bê guman Komara Islamî ya Îranê yê di çarçova têkoşîna li hemberî têrorîsmê da, têkoşîna li hemberî vê koma têrorîst bidomîne (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu