Berdevkê Dewleta Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê bal kişand ser vê yekê ku hêza berevaniyê ya Îranê nayê muzakirekirin û got: Tu kes nabe li meselên berevaniyê û mûşekî yên Komara Îslamî ya Îranê mudaxilê bike.
Li gorî rapora Fars Newsê, Muhemed Baqir Nobext wek berteka li hember gotinên vê dawiyê yên Jan Iyo Loderyan, wezîrê karên derve yê Frannsayê ku îdia kiribû Parîsê hin gotûbêj bi Îranê re li bara bernama mûşekî destpê kiribû û destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îrsnê bi tu welatekî re li bara meselên mûşekî yên xwe muzakire nekiriye û dê neke jî.
Berdevkê dewleta Îarnê destnîşan kir ku xurtkirina hêza brevenaiyê mafê rewa yê Komara Îslamî ya Îarnê ye.
Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi caran bal kişandiye ser vê yekê ku bernameyên berevaniyê yên Îranê ji wan bernama mûşekî hêla sor a Komara Îslamî ya Îranê ye, ragahndine ku siyasetên berevanî û mûşekî yên Îranê ji bo berevaniya ji welêt û alîkariya bi aşitî, aramî û ewlehiya navçê ye.
Waşengton û hin hevpeymanên wê tim daxwaza rawestandina beranmeyên berevaniyê yên Komara Îslamî ya Îranê ne. Emerîkî û hevpeymanên wê îdia dikin ku ceribandinên mûşekî yên Îranê li dijî biryarnama 2231yê a Konseya Ewlehiyê ye.
Eva li halekê ye ku Nebîle Misralî berdevkê berpirsa siyaseta derve ya YE vê dawiyê ragahnd ku ceribandina mûşekî ya Îranê binpêkirina hevhatina navokî nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)