ÎranNûçeRojhilatanavin

Jinavbirina grûpeke terorîstî li sînorên rojavaya Îranê

Alîkarê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand ku hêzên îranî karîn ku li sînorên rojavaya welêt de grûpeke terorîstî bitûm ji nav biben.

Alîkarê Ewlekariyê yê Wezareta Karên Hundir ya Komara Îslamî ya Îranê Husên Zulfeqarî îro li civîna xwe ya çapemeniyê de li ser mijara ewlehiya sînorên Îranê got: Tîmeke terorîstî ku ji 3 kesan pêk dihat û dil hebû ji aliyê sînorê rojavayê ya Îranê derbasî nav axa welêt bibe hate naskirin û bi destê hêzên îranî bitûm îmha bû.

Husên Zulfeqarî herwiha bal kişand ser naskirina 20 grûpên terorîstî li heyamê Erbeyîna Huseynî ya îsal û got:Ev grûpên terorîstî ser bi grûpa terorîstî û tekfîrî ya DAIŞ`ê bûn û dil hebûn li merasimên Erbeyînê de êrişên terorîstî pêk bînin ku bi saya hişyarî û amadetiya hêzên iraqî hatin naskirin û jinavbirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu