AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Sêkrêtêrê OPEC`ê: Girtina pêşîya nifta Îranê nepêkan e

Sêkrêtêrê Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) girtina pêşîya firotina nifta Îranê li bazarê nepêkan zanî û got: Li OPEC`ê yekalîtî tineye.

Sêkrêtêrê Sazîya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) Mihemed Sanosî Barkîndo îro li rex civîna rojnamevanîyê li 24`emîn nîşangeha navnetewî ya Nift, gaz, Palavtin û Pêtroşîmîyê li Têhranê derbarê wê yekê da ku 2 endamên OPEC`ê idia kirine yê dewsa nifta Îranê tijî bikin de got: Li OPEC`ê biryar ji hêla hemî endaman ve tên dayînê ne ji hêla yek endamî ve. Sîyaseta OPEC`ê ew e ku bi rawêjkarîya digel şarezayên nivîsgeha vê sazîyê, hemî endam bi hev ra û anegorî aqilê komkî biryarê bidin.

Sêkrêtêrê OPEC`ê derbarê gefên vê dawîyê himberî raberkirina nifta Îranê de jî got: OPEC derbarê meseleya Îranê de gotûbêjê dike ta ku rêkarên pêkan bên hilkolandinê.

Sêkrêtêrê OPEC`ê Mihemed Sanosî Barkîndo herwiha got: Meseleya Îranê bondorê li hemî OPECê dike û bûyerên ku li Îran, Venezuela yan Lîbîyê diqewimin, bandorê li hemî bazar û pêşeya niftê dikin.

Başa dön tuşu