NûçeRojhilatanavinSûriye

Li ser rêya Qamişlo- Hesekê di bûyereke hatinûçûnê de 11 kes bûn qurbanî

Li ser rêya sereke ya di navbera bajarê Qamişlo- Hesekê de di bûyereke hatinûçûnê de 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên xwecihî ragehandin ku, li nêzîk gundê Tel Îrbêd ya li ser rêya sereke di navbera Qamişlo- Hesekê bahilgirekê li otubiseke rêyan xist, di encam de 3 kesan canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor heman çavkaniyê ew kesên di bûyerê canê xwe ji dset dane Tariq Îlêwî, Ela Hemze û Mesûm Silêman.

Herwiha birîndaran jî evin: Îlyas Îbrahîm, Riyaz Ehmed Selîm, Casim Mûsa Taha, Mihemed Ehmed Silêman.

Başa dön tuşu