IraqNûçeRojhilatanavin

Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya amerîkî pira Mûsilê xera kirin

Firokeyên şêrr ên hevpeymaniya bi serokatiya Amerîkayê li êrîşên xwe li ser bajarê Mûsilê, tenha pira mayî li ser Çemê Dicleyê ku beşa rojavayî û rojhilatî ya vî bajarî li hev girêdide, xera kirin.

Li gorî rapora Tasnim News`ê ji zarê Press TV`yê, li halekî ku opêrasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin kontrola têrorîstên DAIŞ`ê didome, rûniştiyên vî bajarî dibêjin ku dawîn pira ku beşa rojavayî û rojhilatî ya Mûsilê li hev girêdide, li êrîşekê ji nav çû.

Ebu Elî yek ji rûniştiyên Mûsilê got: “Êrîşên esmanî … pire kirin du nîv û êdî derbasbûna ji wê ne mimkin e“.

Vî welatiyê iraqê her viha got ku wî roja çarşemiyê bi qayqê çem derbas kiirye.

Ji ber wêranbûna pirên ser Çemê Dicleyê, tu riyek ji bilî bikaranîna qayqê ji bo revîna ji navçeyên bin dagirkeriya DAIŞ`ê li ber xelkê Mûsilê nemaye.

Haşim Brîfkanî cîgirê komîteya ewlehiyê ya parêzgeha Nêynewayê ragihand ku “Pira El Etîqê kete ber êrîşa hewayî“ û êdî nayê bikaranîn.

Vî rayedarên iraqî her viha got: Eva dawîn pire bû ku taxên rojhilatî û rojavayî yên Mûsilê li hev girêdida.

Ebu Elî û Brîfkanî dibêjin ku Pira El Etîqê roja sêşemiyê ketiye ber êrîşê.

Li vî halî hevpeymaniya bi rêbertiya Amerîkayê ragihand ku li êrîşên hewayî ku roja sêşemiyê pêk aniye, di encamê da “Du pire neçalak bûn“.

Hevpeymaniyê ragihand ku pireke din jî roja duşemiyê ji nav biriye.

Bajarê Mûsilê ji ber derbasbûna Çemê Dicleyê ji nava wê li ser du beşên rojhilatî û rojavayî tê parvekirn.

Hêzên iraqî li opêrasiyona xwe derdora ji çar yekê rojhilata Mûsilê ji bin kontrola DAIŞ`iyan derxistine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu