AborîÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Lidarxistina civîna komîta şopandina hevkariyên aboriyên Îran û Sûriyê

Civîna komîta şopandina hevkariyên aboriyê navbera Îran û Sûriyê bi armanca berfirehkirina peywendiyên aborî yên du welatan li Şama paytexta Sûriyê hat lidarxistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li vê civînê ku roja çarşemiyê bi serokatiya Seîd Ohedî, serokê komîta berfirehkirina  hevkariyên  aboriye Îranê û Muhemed Samir Xelîl, wezîrê aboriyê yê Sûriyê li Şamê hat lidarxistin, Ohedî ser hez û meyla Îranê bo destpêkirina pêvajoyeke  nû ji hevkariyên  aborî li hemî waran bi beşdariya  berfireh a beşa dewletî û taybet a her du welatan tekez kir.

Seîd Ohedî her wiha li dawiya vê civînê di nava koma nûçegihanan, bal kişand ser vê yekê ku  pêşeroja  peywendiyên  aboriyê yên  Komara Îslamî ya Îranê tev Sûriyê rohn û zelal e û got: Ji ber serketinên  vê dawiyê yên gel û dewleta Sûriyê li warê meydanî û siyasî, rewşa geşatiya aborî ya du welatan zêdetir ji berê xweş bûye.

Ohedî her wiha da zanînê ku  Îranê di dirêjahiya vî şerê zalimane ku îstikbara cîhanî tev dewlet û gelê Sûriyê birêxistibû, piştgirî daye  vî welatî û li warê berfirehkirina  peywendiyên  aborî jî siyaseta Têhranê, piştgirî û xebitandina  sermaya hevpar li geşatiya  mayînde û peywendiyên  aborî bi Şamê re ye.

Serokê komîteya berfirehkirina  hevkariyên aboriya Îranê her wiha  di derbarê destpêkirina  çûyîna ziyaretkirên Îranê bo Sûriyê jibo ziyareta herema paqij a hezreta Zeyneb (S) û got: “Destpêkirina çûyîna  ziyaretkirên  îranî bo Sûriyê maye ser pêkhatina  ewlehiya tam a wan ji aliyê dewleta  Sûriyê û biryar hat dayîn ku belga dabînkirina  ewlehiya ziyaretkirên  îranî ji aliyê dewleta Sûriyê va were amadekirin û bikeve ber destê saziên  çavdêriyê yên Îranê“.

Pêştir Seîd Ohedî serokê komîteya berfirehkirina  hevkariyên  aboriyê yên Îranê, bi Îmad Xemîs serokwezîrê Sûriyê re jî hevdîtin û gotûbêj kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu