CîhanEwropaNûçe

Katalanyayî diçin ser sindoqan

Katalanyayî  îro diçin ser sindoqan û wê dengên xwe bidin. Serokê Katalanyayê  Carles Puigdemont  ku layangirê serxwebûna Katalanya ye, li Belçîkaye. Ji ber ku dê bihata girtin reviyabû Belçîkayê û li wê derê derketibû dadgehê. Dadgeh ew serbest berdabû.

Mezinên Katalanyayiyan gelek ji wan niha di zîndanê de ne. Seroke wan  Carles Puigdemont propaganda xwe û partiya xwe tenê dikarbî di rêya video konferansê de bike. Lê tevî wî awayî jî ew dibêjin ku meclisê de 76 kursiyên xwe garantî kirine.

Bi îhtîmaleka mezin wê îro derengê şevê encama hilbijartianan welew ne fermî be jî aşkera bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu