AsyaEfrîqaEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Civîna Yekitiya Radyo û Televîzyona Asiya û Oqyanûsiyê li Têhranê

15-mîn Civîna Yekitiya Radyo û Televîzyona Asiya û Oqyanûsiyê AIBD`yê îro bi mazûvaniya radyo û televîzyona Komara Îslamî ya Îranê tê lidarxistin.

  Civîna  komîta stratejîk a vê civatê ji vê sibê ve destpê bûye û mersima  destpêbûna  vêbuyera girîng  a medyayê jî îro berêvarê li hola  civînên navneteweyî ya radyo û televzîyonê tê lidarxistin.

Ev buyera giring  a medyayê heya roja şemiyê 27`ê Tebaxê dê bidome.

Saziya  geşatiya  radyo û televîzyonên Asiya-Oqyanûsiyê li sala 1977`an  û bin çavdêriya Rêxistina zanistî û çandî ya NY hat damezrandin.

Ev saziya  rêxistineke  navdewletî ye û xizmetan raberî welatên endamê komîsyona  Asiya-Oqyanûsiyê ya konseya  aborî û civakî ya NY dike.

Dewleta Malizyayê mazûvanê vê saziyê û nivîsgeha wê li bajarê Kowalalampûrê ye .

Civîna Tehranê bi beşdariya nunerên radyo û televzîyona 17 welatên endam li Têhranê derfteke baş jibo raberkirina hevkariyên navneteweyî û berhemên hevpar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu