EwropaNûçe

Gumanbarê nû yê êrişa li Berlînê, tûnisîyekî 24 salî ye

Polîsên Almanîyayê li lêkolînên nû têkildarî sebebkarê êrişa du şevan berî niha ya bi kamyonê ser bazareke kirîsmesê li bajarê Berlînê, bi dû gumanbarekî bi navê Enîs.A ne ku eslê xwe yê Tûnisê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ev kesa piştî ku belgeyeke naskirinê di bin kursîya rûniştina şofêr li kamyona ku bi wê êriş pêk hatibû hat dîtinê, ket ber taqîbata polîsên Almanîyayê. Polîsên almanî dibêjin ew gumanbara eslê xwe yê Tûnisê ye ku roja duşemê bi kamyonê da ser gelê ku li bazara kirîsmesê ya Berlînê mijûlê kirrînê bûn.

Belgeya naskirinê ya vî mêrkê tûnisî yek ji bi sedan şopî ye ku polîsên Almanîyayê miûlê lêkolîna li bara wan in.

Mêdyayên almanî radigihînin ku karteke mayîna demkî ya vî gumanbarî hatîye bidestxistinê ku nîşan dide navê wî Enîs.A ye û di sala 1992`an da li bajarê Tetawînê li başûra Tûnisê hatîye dinyayê.

Tê gotin ku opêrasyona peydakirina wî gumanbarî li eyaleta Nordrayn Wêstfalin ku cihê dayîna vê belgeyê bûye, destpê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu