NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê kontrola sedî 58 ê parêzgeha Derayê bi dest xist

Saziya nasiyar bi çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê raghand: Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê piştî çend rojan operasyonê, kontrola sedî 58 ê Derayê bi dest xistin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Çavdêrê mafên mirovan a Sûriyê ser bi neyarên sûrî, îro duşemiyê li rapora xwe ya herî dawiyê de raghand: Artêşa Sûriyê li du beşên  rojhilat û rojava parêzgeha  Derayê pêşdeçûnên berfireh hebûne û vê sibê kariye bighêje heft kîlûmêtriya  derbasgeha sînorî ya Nesîbê li sînorê Urdinê.

Medya nêzîk bi terorîstan jî îro li bara kuştina  82 terorîstan  li operasyona  artêşa Sûriyê li parêzgeha Derayê agahî dan.

Artêşa Sûriyê bi destpêkirina  opersyona azadkirina  parêzgeha  Derayê ji çend rojan  berî niha  heya niha, bi işkesta  komên terorîstî kontrola 65 bajarok û gundan bi dest xistiye û zêde ji sedî 70 yê  rojhilata  parêzgeha Derayê ji komên  terorîstî paqij kir û ser wan serdest bû.

Her wiha li rojên derbasbûyî zêde ji hezar û 150 kes ji terorîstan li du koman ji ber rewşa van navçana  û zextên  ji ber bombebaranên  artêşê, xwe radestî hêzên artêşa Sûriyê kirin.

Piştî azadkirina navçên  dagirbûyî yên Xûteya rojhilat û Xûteya rojava li parzêgeha  Rîfa şamê niha  hemî çavê wxe berdane  parêzgeha derayê ku ketiye  başûrê Sûriyê li nêzêkî sînorê Urdinê û bilindahiyên  Golana dagirbûyî.

Başa dön tuşu