CîhanFilistînNûçeRojhilatanavin

Trump: Em salê çend milyar dolar alîkariyê didin Telavîvê û wan bona parastina xwe gela tu pirsgirêkek tunebin

Serokkomarê Amerîka bal kişande ser milyardan dolar alîkarî bo Rejîma Siyonîstî û îdia kir ku derketina hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa Sûriyê tu tesîrek li ewlehiya Telavîvê nake.

Li gor rapora rojnameya Haaretzê, Donald Trump serokkomarê Amerîka li bersiva şûn û esera derketina hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa Sûriyê ser ewlehiya Rejîma Siyonîstî got: Waşîngton salê çend milyard dolar alîkariyê dide Telavîvê û wan bona parastina xwe gere ku tu pirsgirêkek tunebin.

Trump destnîşan kir: Rewşa Îsrayîl başe ji ber ku Amerîka salê 4 milyard û nîv alîkariyê dide Telavîvê.

Wî got: Li dewleta min baylozxaneya Amerîka bo Qudsê hate guhartin û em hema wekî berê piştevanê Îsrayîlin.

Medyayên Rejîma Siyonîstî ji ber biryara Trump a derxistina hêzên eskerî yên Amerîka ji nav axa Sûriyê nîgeraniya xwe dane diyarkirin û ev yeka nîşana lawazî û westyana Waşîngton û xelatek ji bo dijminên Îsrayîl dane zanîn.

Serokê Amerîkayê Donald Trump çarşemiya 19 Kanûnê piştî 7 sal nekarayiya li işkestdayîna terorîstan aşkere kir ku wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û ew ligel Erdogan rêkeftine wê Erdogan li Sûriyê şerê DAIŞê bike.

Başa dön tuşu