ÎranNûçeRojhilatanavin

Larîcanî: Îran bi palpiştiya xalên xwe yên diyar derbasî gotûbêjên navokî bû

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê bi palpiştiya xal û rêbazên diyarkirî gotûbêjên digel Koma 5+1ê dest pê kirin ku encama wê Lihevkirinaeka navokî bi erêkirina Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê, Elî larîcanî roja Pêncşemiyê li Têhranê bal kişande ser armancên Îranê yên gotûbêjên navokî û got: Derketina ji bin xala heftan a Konseya Ewlehiyê ya NY, Girêdana dosyeya PMDê (berûlayên leşkerrî yên dosyeya navokî) û rakirina boyjkotên navokî, hasila gotûbêjên Îranê bi Koma 5+1ê û bidestxistina Lihevkirina Atomî bû, lê Amerîkayê bi awayekî yekalî ji wê derket.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Amerîka piştî derketina ji Lihevkirina Atomî ji bo alozkiirna siyasî-ewlehiyê her wiha kêşesaziyê li Îranê dest bi kar bû û riya serêxwegirtina wê yekê jî mijara aborî da zanîn.

Larîcanî her wiha li bara hebûna navçeyî ya Îranê got: Alîkariya misteşarî û rawêjkariya Îranê bo Iraq û Sûriyê ji bo şerê dijî têrorîstan bona dabînkirina ewlehiya xelkê li hundir û berjewendiyên neteweyî yên Îranê bû.

Serokê saziya qanûndariştinê ya Îranê her wiha got: Sêgûşeya Amerîka, Rêjîma siyonîst û Siûdî ji bo çêkirina zehmetan bo Îranê, li navçeyê gellek çalak bûne û ketine tevgerê, heta wê radeyê ku heke bikarin welatan bi dirêv dikirin.

Serokê Meclisa Şêwraya Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê pişta têrorîstan li Iraq û Sûriyê firrand ku heke visa nebûya, divê hemî welatên navçeyê tûşî têrorîstan bibûna.

Başa dön tuşu