CîhanEfrîqaNûçe

Li Komara Efrîqeya Navîn şer û pevçûn: 10 kuştî û 80 birîndar

Li Komara Efrîqeya Navîn (OAC) dîsa di navbera grûbên çekdar de şer û pevçûn derket, di encama pevçûnan jin û zarok jî di nav de 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kesên ku piraniya wan sivîl bûn birîndar bûn.

Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî, li herêma Seko ya bajarê Bambarî di navbera milîsên Hereketa Yekîtiya ji bo Gelê Efrîqa (HPC) ku ji Hereketa Selekayê veqetiya bûn û milîsên antîbalaka de şer û pevçûn derket. Di encama pevçûnan de piraniya wan jin û zarok 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 80 kesî jî birîndar bûn.

Hereketa Parastina Aştî (MINUSCA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku gengeşiya herêmê 21ê Adarê dest pê kir û di gengeşiyê de mele û keşeyek jiyana xwe ji dest da. Li gor daxuyaniya MINUSCAyê, ji ber pevçûnan gelek avahî hatine şewitandin, şêniyên herêmê ji tirsa terka malê xwe dikin û li herêmê talanê destpêkiriye.

Başa dön tuşu