AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Wezareta Karên derve ya Amerîkayê 40 miliyon dolar ji bo birêxistina şerê propagandayî li dijî Îran, Rûsiye û Çînê terxan kir

Berdevkê Wezareta Karên derve ya Amerîkayê, Robêrt Paladîno roja Sêşemiyê li civîneka çapemeniyê ragihand: Navenda Danûstandinên Cîhanî (Global Engagement Centre) ji rêxistinên bin çavdêriyê ya Wezareta Karên derve ya Amerîkayê, ev bûdce bi mebesta sekinîna ji hemberî şerê propagandayî ya welatên biyanî ji wan Rûsiye, Îran û Çînê terxan kiriye.

Navenda Danûstandinên Cîhanî di sala 2016an da ji bo sekinîna li hemberî tiştê ku Waşîngton “Weşandina nûçe û agahiyên nerast” ji aliyê komên têrorîst û welatên biyanî daye zanîn, hat damezirandin.

Dewleta Amerîkayê di mehên dawî da bi caran Îran, Rûsiye û Çîn bi sûcê hewildana ji bo bandordanîna li ser pêvajoya hilbijartina pêşerojê ya Amerîkayê tawanbar kiriye; Îdiaya ku Îran, Rûsiye û Çînê ew derew dane zanîn.

Hilbijartina navîndewreyî ya Kongreya Amerîkayê, dê roja 6ê Mijdarê were lidarxistin.

Başa dön tuşu