Ewropa
-
Tem- 2019 -10 Temmuz
Brîtanya û Fransa razîbûn hêza zêdetir bişînin Sûriyê
Brîtanya û Fransa daxwaza Amerîka pejirandin û li ser şandina hêzên bejayî yên zêdetir bo Sûriyê razî bûne. Rojnameya “The Guardian” a Brîtanî da zanîn, ji bo dagirtina valahiya vekişandina hêzên Amerîka ji Sûriyê, Brîtanya û Fransayê li ser şandina hêzên bejayî bo wê welatî razî bûne. Heman rojnameyê bi zimanê berpirsên Amerîkî belav kiriye, Brîtanya û Fransa amade ne…
Xwandinê bidominê -
8 Temmuz
Hilbijartinên Parlimana Yûnanê, Partîya Rastgir a Dêmokirasîya Nû li pêş e
Encamên berayî yên hilbijartinên Parlimana Yûnanê nîşan didin ku Partîya Rastgir û Muhafizekar a Dêmokirasîya Nû li pêş partîyên din nemaze Partîya Çepgir a serdest a Aleksîs Sîpras ketîye. Ligorî encamên berayî yên hilbijartinên Parlimana Yûnanê, Partîya Dêmokirasîya Nû sedî 39.8`î dengan bi dest xistîye di halekî da ku partîya serdest a Aleksîs Sîpras sedî 31`ê dengan bi dest xistîye.…
Xwandinê bidominê -
8 Temmuz
Brîtanyayê dîsan helwesta dijî Îranê dubare kir
Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, bêyî amajeyî cihnehatina sozên welatên ewrûpî ligorî Rêketinama Atomî ya digel Îranê bike, Îran bi binpêkirina wê rêketinameyê tawanbar kir. Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê, Jeremy Hunt piştî tawanbarkirina Îranê bi binêpêkirina Rêketinama Atomî, pêgirî kir ku London hêvîdar e ew Rêketinameya dîsan cih were. Hunt herwiha got: Em ji ber nûçeyên ku roja Yekşemê…
Xwandinê bidominê -
8 Temmuz
Mûsewî: Heke ewrûpî çareserkirina bi axavtinê bidomîn, pêngava sêyem a Îranê dê qahîmtir be
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Heke welatên pêbendê Rêketinama Atomî ya digel Îranê nemaze ewrûpî sozên xwe cih neynin û çareserkirina bi axavtinê bidomîn, Komara Islamî ya Îranê dê pêngava sêyem qahîmtir rake. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Seyîd-Ebbas Mûsewî îro di civîna çapemenîyê ya hefteyê de amajeyî kutabûna mecala şêstrojî ya Têhranê bo ewûpîyan û destpbûna…
Xwandinê bidominê -
8 Temmuz
Warêlê nefta brent 64,57 dolarî ye
Li piyaseyên navneteweyî warêla nefta brent bi 64,57 dolarî tê firotin Warêla petrola brentê roja înê di nav rojê da hetanî 64,93 dolarî hat firotin û di dawiya rojê da bi 64,88 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brentê ji saet 09.01î pê va li gor roja înê ji sedî 0,47 kêm bû û dakete 64,57 dolarî.
Xwandinê bidominê -
8 Temmuz
Di teqîna li Florîdayê da herî kêm 20 kes birîndar bûn
Li Florîdaya eyaleta Amerîkayê li navendeke danûsitandinê ji ber zûxava xazê teqîn çêbû, di teqînê da herî kêm 20 kes birîndar bûn. Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da cî digirin li bajarê Plantatîoana li başûrê Florîdayê li navendeke danûsitandinê ji ber zûxava xazê teqîn çêbû. Di encama teqîna ku li restoranekê pîzzayê çêbû da du jê xedar herî kêm…
Xwandinê bidominê -
5 Temmuz
Ala Amerîkayê li ber Koşka sipî hate şewitandinê
Hejmarek nerazîyên amerîkî berî axavtina Serokomarê vî welatî ya bi boneya Salroja Serxwebûna Amerîkayê li ber Qesra Sipî agir berdan ala welatê xwe. Ligorî rapora Kanala Fox News`ê, berî axavtina Serokomarê Amerîkayê DOnald Trump di roja Serxwebûna vî welatî de, di navbera yar û neyarên wî da pevçûn derket. Ligorî vê raporê, hin nerazîyan bi durişma “Amerîka hîç demekê mezin…
Xwandinê bidominê -
5 Temmuz
Li Bahamayan firoket ket xwarê: 7 mirî
Li perava Bahamayên Karayîpan firokeyek ket xwarê û 7 kes mirin. Di daxuyaniya polêsên Bahamayan da hat diyarkirin ku firokeya 7 welatiyên Amerîkayê dibir Florîdaya eyaleta Amerîkayê piştî ku ji girava Grand Cayê rabû demekê şûnda ji radarê derket. Rayedaran û gelê herêmê tesbît kirin ku firoke 3 kîlomêtre dûrî giravê ket xwarê. Polêsan diyar kirin ku 4 jin û…
Xwandinê bidominê -
4 Temmuz
Saziya alîkariyê bexşa terorîst red kir
Victim Supporta (Alîkariya Mexdûran) ji bo mexdûrên terorê yên mizgeftên Nûr û Lînwoodê yên li Zelandaya Nû alîkariyê kom dike pereyê ku Martîn Sellnerê rastgirê tundrev ê ji Awistiryayê ji qismekeke pereyê terorîstê êrîşa mizgeftan kiribû şandibû bexşand qebûl nekir. Li gor xebera Radyoya Zelandaya Nû, Martîn Sellnerê serokê Tevgera Nasnameparêzan a rastgir ya tundrev a li Awistiryayê ji 2…
Xwandinê bidominê -
3 Temmuz
NY: Rêketinama Atomî ya digel Îranê divê were parastinê
Berdevkê Sêkrêtêrê NY parastina Rêketinama Atomî ya digel Îranê wekî xaleke werçerxanê ya dîplomasîya çendalî girîng zanî û got: Hemî welatên wajokerê Rêketinama Atomî û yên din divê wê rêketinameyê biparêzin. Berdevkê Sêkrêtêrê NY Stephan Dujarick di civîneke rojnamevanîyê da bi gotina wê yekê ku NY ji hemî alîyên pêbendê Rêketinama Atomî û dewletên din dixwaze ku Rêketinama Atomî ya…
Xwandinê bidominê