EfrîqaNûçe

Li Somaliyê nêzîkî balafirxaneyê teqîn: Gelek mirî hene

Li paytexta Somaliyê Mogadîşûyê li nêzîkî balafirxaneya navdewletî teqînek pêk hat. Di encama teqînê de li gorî zanyariyên pêşî herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî nûçeya Reutersê nêzîkî Baregeha Hêza Aştiyê ya Yekîtiya Afrîqayê li hemberî noqteya kontrolê ya hêzên ewlekariyê bi wesayita bombebarkirî êrîşek xwekujî pêk hatiye.

Polîsê bi navê Abdilkadir Huseyin ji Reutersê re diyar kiriye ku wesayiteke bombebarkirî xwe li binguhê noqteya kontrolê xistiye. Li gorî zanyariyên pêşî heta niha 13 kesan jiyana xwe ji dest daye. Heta niha ti rêxistinê berpirsiyariya êrîşî negirtiye serxwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu