Mafên Mirovan
-
Eyl- 2019 -24 Eylül
Hevalbandiya Siûdî êrişî ser malên xelkê kirin
Hevalbandiya Siûdî duh êvarê bi mûşekî û topxanê êrişî ser malên xelkê li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeya Yemenê kirin. Li gor IRIB Newsê, Çavkaniyên yemenî ragihandin ku dengê çend teqînên bihêz li bajarê Menbe ya parêzgeha Sedeyê bihîstin. Hîn ti raporek ser xisarên ji ber vê yekê negihêştine. Êrişên Hevpeymaniya Siûdî ser xelkê Yemenê di rewşekê de ye ku…
Xwandinê bidominê -
22 Eylül
Polîsê Parîsê li ser êlekzeran gazên rondikrêj bi kar anîn
Polîsê Parîsê îro şemiyê 21- 09- 2019an gazên rondikrêj bi kar anîn ji bo belavkirina xwepêşanderên dijî hikûmetê ku dixwazin tevgera êlekzeran vejînin bi riya xwepêşandanên dijî hikûmeta Serokê Fransayê Emmanuel Macron û nedadmendiya abûrî. Di demekê de ku xwepêşanderên dijî hikûmetê daketin ser cadeyan, polîs ewlekariyeke tund li Parîsî sepand û bi awakî lezgîn bi gazên rondikrêj komên xwepêşanderan…
Xwandinê bidominê -
21 Eylül
Efganistanê de zêde ji 30 sivîlên Efgan hatin kuştinê
Artêşa Amerîkayê di daxûyanîyekê de mukur hat ku di encama êrişa bi balafira bêpîlot a vê dawîyê ya vî welatî ser wilayeta Nenegerhar a Efganistanê de zêde ji 30 sivîlên Efgan hatin kuştinê. Balafirên cengê û leşkerên têrorîst ên amerîkî di mehên vê dawîyê de bi caran gelê mezlûm ê Efganistanê kirine armanc.
Xwandinê bidominê -
21 Eylül
Meşa Mafê Vegerê da 74 filistînî birîndar bûn
Di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên 75`mîn Meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de herîkêm 74 filistînî birîndar bûn. 75`mîn Meşa Mafê Vegerê duh ser navê ”hevgirtina digel awareyên filistînî yên li Libnanê” li Zîvala Gezzê hat lidarxistinê û di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wê meşê de herîkêm 74 filistînî birîndar bûn. Wezareta Tenduristîyê ya…
Xwandinê bidominê -
13 Eylül
UNICEF`ê kuştina zarokên filistînî li Gezzeyê şermezar kir
Rêvebira Kargêr a Sindoqa Zarokan a NY (UNICEF) di daxûyanîyekê de cinayeta nû ya Sîyonîstan a şehîdkirina 2 zarokên filistînî li Zîvala Gezzeyê şermezar kir. Rêvebira Kargêr a UNICEF`ê, Henrietta H. Fore tevî şermezarkirina wê cinayetê, ji Rêjîma Sîyonîst xwest ku êrişên dijî zarokên filistînî bi dawî bîne. Înîya buhurî leşkerên rêjîma Sîyonîst gulle ber bi pişkdarên 73`yemîn meşa Mafê…
Xwandinê bidominê -
Tem- 2019 -26 Temmuz
Guterres: Wêrankirina malên Filistîniyan neqanûnî ye
Sekreterê giştî yê NY António Guterres derheq wêrankirina malên filistîniyan ji aliyê rejîma siyonîstî dilgiraniya xwe diyar kir û got: Siyaseta Îsraîlê ji bo jinavbirina mal û heyiya filistîniyan bi ti qanûneke navneteweyî re rê nakeve. Rejîma Îsraîlê ji roja duşemê ve nêzîkî 100 malên filistîniyan li devera Wadî El-Hemes ya başûra rojhilata Qudsê wêran kirine, ji bo ku dewsa…
Xwandinê bidominê -
18 Temmuz
Êrîşa devkî ya alîgirên Trump li ser parlementera çermreş
Alîgirên Serokomarê Amerîkayê careke din bi êrîşa devkî ser parlementera misilman a Kongreya vî welatî, li djî vê parlementera çermreş dirûşme dan. Li gorî rapora Malpera Hill’ê, Alîgirên Donald Trumpê serokoamrê Amerîkayê roja çarşemiyê di kombûna Hilbijartinê ya li bajarê Girîn Wîlê li parêzgeha Karolînaya Bakur ku bi amadebûna Trump hat lidarxistin, li dijî Îlhan Omer Jina misilman a parlementera…
Xwandinê bidominê -
18 Temmuz
Hêzên siyonîst 11 welatiyên Filistînê binçav kirin
Hêzên Îsraîlê siyonîst li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 11 welatiyên Filistînê binçav kirin. Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê siyonîst da hat diyarkirin ku li operasyonên bi şev birin ser hin herêmên Şerîeya Rojava da bi mehneye “tevlîbûna çalakiyên terorê” 11 welatiyên filistînê binçav kirin.
Xwandinê bidominê -
4 Temmuz
Hejmara gorîyên li Trablosê giheşte 60 kesan
Hejmara gorîyên êrişa balfirên cengê yên ser bi koma nasyar bi Artêşa Netewî ya Lîbîyê bi fermandetîya Xelîfe Hefter ser kempa koçberan li Trablosa paytexta vî welatî giheşte 60 kesan. Ji wê demê ve heta nika zêde ji 740 kes li Trablosê hatine kuştinê û herîkêm 4400 kes jî birîndar bûne.
Xwandinê bidominê -
Haz- 2019 -20 Haziran
Li Fasê botê koçberan binav bû: 22 mirî
Li Behra Alboranê boteke ku koçberên bêdestûr tê de bûn û dixwestin ji Fasê biçin Îspanyayê binav bû. Di bûyerê da 22 kes mirin.
Xwandinê bidominê