IraqNûçeRojhilatanavin

Rewş ji bo guhertina serokwezîr nebaş e

Li gor rapora malpera Tesnîmê serokkomarê Iraqê Fuad Mesûm piştgiriya xwe ji serokwezîriya Heyder Ebadî ragihand û got: Niha Iraq li rewşekê de nîne ku em bihêlin serokwezîr were guhertin.

Fuad Mesûm guhertina serokwezîr li rewşa vê demê nemumkin da zanîn û got: Her kar û xwebatek ji bo guhertina serokwezîr an nasandina kesekê bo posta serokwezîriyê her wek salên berê dem û gaveke dom û dirêj digire.

Serokkomarê Iraqê her wiha ji dadgeha Fedral a Iraqê xwest li bara mesela meşrûiyetê ya parlemanê zûtirê biryarê bide da ku ev saziya qanûnî bikare xebatên xwe despê bike.

Fuad Mesûm got: Dadgeh çi biryar û hikmekê bide gişk wezîfedar in wê hikmê cih bîne, heke aliyên pêwendîdarê kêşeya parlemanê li ser çareseriya krîze li hev nekin, hikmê zûtir yê dadgeha fedral dikare çaresaz bibe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu