NûçeRojhilatanavinSûriye

RÛSYA Jİ BO HSDÊ AMERÎKAYÊ HİŞYAR KİR: EM Ê Lİ WAN XİN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ragihand ku ji herêmên ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wan dike ve 2 car gule bi leşkerên Artêşa Sûriyeyê ve hatine reşandin, eger êriş dubare bibin dê bersivê bidin.

Konaşenkov got: “Ji Herêmên ku di bin kontrola HSDê û Amerîkayê ve 2 car êrişa leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatine kirin. Operasyonên me yên taybet li wan herêman bi Artêşa Sûriyeyê re dewam dikin. Ji ber vê yeke, me bi rêyên ragihandina taybet ji Amerîkayê daxwaza rawestandina êrişên hêzên HSDê kir.”

Konaşenkov got: “Eger ji herêmên di bin kontrolên HSDê ve êriş dîsa pêk werin, dê ew herêm werin xistin. Çeperên leşkerên yên li wan herêman dê bi lezgîn werin xistin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu