NûçeRojhilatanavinSûriye

Êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîstî ser baregeha artêşa Sûriyê li Golanê

Artêşa Rejîam Siyonîstî û çavkaniyên sûrî li bara êrişa Rejîma Siyonîstî ser navendeke eskerî ya artêaş Sûriyê li Quneyterê agahî dan.

 Li gorî rapora  ISNA`yê ji zarê malpera kanala  Rûssia El-Yewmê,  Efîxay Ederî, berdevkê artêşa Rejîma Siyonîstî li twîtera xwe ragihand ku  artêşa vê rejîmê navendeke  eskerî ya Sûriyê li Quneyterê li Sûriyê da ber êrişan.  Ji vê baregehê hawanek ber bi navça  navbirî li rojhilata  dîwarê navbir li Golanê hatiye avêtin.

Wî got ku  ev hawana  li çarçova  şerê navxweyî navbera hikûmeta Sûriyê û serhildayiyan hatiye avêtin.

Ederî bi îdiaya vê yekê ku  artêşa Îsraîlê li şerê navxweyî yê Sûriyê mudaxilê nake û got: Emê cihanîna  hevhatinê li navça navbir bidomînin.

Lê çavkaniyeke  alîgirê dewleta Sûriyê ragihand ku  gundê Xan Ernebê li parêzgeha Quneyterê ket ber êrişa hewayî ya Îsraîlê.

Li gorî hevhatina  1967`an  ku bin çavdêiya  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) cih tê, hizûra eskerî li  her du aliyên  sînorên  Golanê qedexe ye lê artêşa dagirkir heftiya buhurî xurtkirina  hizûra xwe li bilindahiyên  Golanê piştî alûgur û operasyona  artêşê li başûrê Sûriyê ragihand û wezîrê îsraîlî roja Îniyê got: “Artêş dê gullê bavêje ser  hêzên artêşa Sûriyê yên ku hevhatinê binpê bikin”.

Başa dön tuşu