NûçeRojhilatanavinSûriye

Nûçeya ketina DAIŞ`ê nav bajarê dîrokî yê Tedmura Sûriyê derew derket

Artêşa Sûriyê weşandina hin raporan ji aliyê çavklaniyên xeberî yên rojavayî û erebî va li bara ketina çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê nav bajarê dîrokî yê Palmîrayê (Tedmur) derew zanî.

Kanala têlêvîziyoniya El Alemê ji zarê daxûyaniya artêşa Sûriyê ragihand: Hêzên artêşa Sûriyê hema wisa li baregehên xwe li bajarê Tedmurê ne û kontrola bajêr di destê wan da ye.

Li vî halî kanala El Alemê tevî piştrastkirina pevçûnên navbera hêzên artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman digel têrorîstên DAIŞ`ê li navçeya Amiriyê li bakurê bajarê dîrokî yê Tedmurê yê ser bi parêzgeha Humsê, ragihand: Şer û pevçûnên ku li vê navçeyê diqewimin ti têkiliya xwe bi Tedmurê ra tunînin.

Li vî halî çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyê ragihandin ku hêzên artêşê derdora bîst kes ji çeteyên DAIŞ`ê li derdora navçeya El Barideya dorhêla rojhilatî ya Humsê kuştin.

Bajarê dîrokî yê Tedmur yan Palmîrayê havîna buhurî piştî çend hefteyan şerê giran navbera hêzên artêşê û têrorîstan ji bin dagirkeriya DAIŞ`ê hat derxistin.

DAIŞ`ê di heyama dagirkeriya Tedmurê da ji bilî xerakirina berfire ya şûnewarên kevnare yên vê navçeyê, bi sedan kes ji rûniştiyên vê navçeyê ji ber piştgiriya ji dewleta Şamê kuştibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu