ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Celal Talibanî roleke bêmînak li Yekitiya Iraqê hebû

Mişêwirê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên navneteweyî li peyama serxweşiyê bi muansibeta wefata Celal Talebanî serokkomarê berê yê Iraqê ser rola bêmînak a wî li pêkanîna yekitiyê û hevgirtina Iarqê teqez kir.

 Elî Ekber Wilayetî roja pênşemiyê li peyamekê tevî dayîan sersaxiyê jibo wefata  Celal Tlebanî li gel û berpisrên  Iraqê, li înstagrama xwe de nivîsî: Talibanî li serdema  rawestana  li ber rejîma dîktatoriya Sedam û piştî wê li rêveberiya  bilind a Iraqê, roleke  bêhempa li pêkanîna  yekitî û hevgirtina  hemî qewm û komên  vî welatî hebû û li warê xurtkirina  peywendiyên  navbera Îran û Iraqê roleke giring hebû.

Mişêwirê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li karûbarên  navneteweyî teqz kir: Celal Talebanî li warên curbicure  navçeyî û navneteweyî li riya berjewendiyên  neteweyî yên  Iraqê û bidestxistina  armancên  geşatiya vî welatî piştî sernixûnkirina  Sedam pêngav rakir.

Wilayetî destnîşan kir: Talibanî dijberê her cure  kiryarên bêtifaqiyê, cidayîxwaziyê û lawazkirina vî welatî li navçê bû.

Celal Talibanî dawiya sala 2012`an  piştî celteya mejiyê berê xwe da Almanyayê û piştî 19 mehan  vegerya  Herêma Kurdistana Iraqê ûs erê axir midehek berî niha  ji ber xerabûna rewşa wî ya fîzîkî cardinê hat guhestin  bo Almanyayê û roja sêşemiyê li temenê 84 saliya xwe çû ber dilovaniyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu